Sidebar

20
Cu, Nis

Rojnameya Welat ku tekane rojnameya bi Kurdî weşanê dike, ev 2 roj in dernakeve.

Piştî ku qeyûm bo rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hat tayînkirin, rojnameya Welat jî ku li heman çapxanê dihat çapkirin, nikare xwe bigihîne xwînerên xwe. Ji ber ku ti çapxane qebûl nakin ku vê rojnamê çap bikin. Rojnameya Welat jî li hemberî van zext û fişaran bi rêya fotokopiyê hat derxistin û belavkirin.

Di vê rewşa ku çapxane jî di bin tirsê de ne, fanzîn be jî, fotokopî be jî ezima ku xwe bigihîne ber destê xwîneran, ezim û eşqa kevneşopiya weşan û pîşeyê ye.

Şert û mercên weşana ku bi her zimanî xwe bi awayekî azad bîne ziman yek bi yek ji holê tên rakirin. Derneketina rojnameya Welat ku tekane rojnameya bi Kurdî ye, nîşana destdanîna ser mafê nûçe wergirtinê ye. Herwiha ya yek reng û deng jî...

Rojnameya Welat ku ji 1994an ve derdikeve wê dîsa hebe... û wê her hebe...

(Kürtçe yayıncılığa uygulanan sansürü protesto etmek için açıklamamızı Kürtçe yapıyoruz.