Sidebar

17
Cts, Nis

Em dev jê bernadin û em li vir in!

Gotina me vê carê kurt e…

Ji rasterast rêveberîya Arti TV’yê re; Celal Başlangiç, Ragip Dûran, Ayşe Yildirim, Kenan Azîzoglû, Emîn Arslan, Dîlhûn Gençdal û Fatîh Yapici re…

Bêqedirkirin, mobbîng û çar salên ku bê zem… Ev hemû tişt di demeke kêr giha hestî de bi çalakîya ji kar berdanê de bi “neyekser” hatibû ziman.

Arti TV; dengê bêdengan, bindestan, jinan, gelan, karkeran û LGBTÎQ’yan e. Me jî di pêvajoya mafgerînîya xwe ya ku DÎSK Basin Îş jî di têkilîyê de bû bi bawerîya xwe bi van NIRX’an anî û li hember van NIRX’an jî bi rêzgirtinî me pêvajo da destpêkirin û PROTOKOL da îmzekirin.

Me ev hevkirin wek ‘dilpakîtîyeke’ rêveberîyê fam kir.

Lê bele ev şaşîtîyeke mezin bûye!

Hê dema ku ruhê PROTOKOL’ê jî li Arti TV’yê negerîyabû ku kesên di dema mafgerînîyê de bi pêşketibûn yek û yek bi hin hêcetan ve ji kar hatin dûr xistin.

Di dawîyê de jî nûnerê DÎSK Basin Îş’ê yê ku li kargehê Cenk Kolçak bi hêceta ‘rêznegirtina hîyerarşîyê’  bi rêya ‘betlaneya bêmûçeyî’ ji kar hate dûrxistin.

Lê dîyar bûbû ku ji bo vê rêveberîyê vê bêrdêlê jî têrê nedikir. Hê ji ku me li hemberî van jikarderxistinan helwestgirtinek dîyar dikir ku rêveberîya Arti’yê bi biryargirtineke dûraqilane ji sendîkaya me re dîyar kir ku wan şirketên ku me jê re peyman danîbûn re peymana xwe betal kiriye.

Ev biryar tê wê wateyê ku ew xebatkarên ku ji wan şirketan de dixebitin wê BÊKAR bimînin!

Ev biryar tê wê maneyê ku kedkarên çapemenîyê yên ku heqê xwe dixwazin û yên ku li hember neheqîyê deng derdixin wê bi birçîhîştinê û bêkarîyê bên cezakirin.

Ev biryar ji kedkarên çapemenîyê ku 4 salin bê zem dixebitin, yên ku mobbîng lê tê kirin, yên ku heqê liberabûnê bi zora îstîfakirinê ji dest tê hildan û yên ku li hember van hemû tiştan mafê xwe yê sendîkabûyînê bikaranîye re bersiveke bi şêweya DEMÎROREN’Î ye.

Em van biryarên rêveberîyê yên ku bi rêbazên gilîkerî, paşbêjî û bi xeybkirinê ve hatine dayîn nas nakin!

Me ev protokol wek dilpakîtîyeke rêveberîyê ji raya giştî re parve kiribû lê bele em van helwestên wan jî li hember xebatkaran, li hember sendîkayê û li hember raya giştî mîna TINAZKIRINEKÎ dibinin.

Rêveberîya Arti’yê ev peymanname tune hesab kir!

Her dem dianîne ziman ku ‘ev kargeh bêrêveberî ye’ lê ji xwe dîyar kirin ku ev gotina wan DEREW E.

Di nava meheke dawî de çi bû?

4’ê Adar’ê de protokol hate îmzekirin.

Berîya protokole an jî di dawîya protokolê de wekî van sedemên ku ne dîyar ve ‘rêznegirtina hîyerarşîyê’ û ‘bêşêwazî’ 7 kes bi darê zorê dane îstîfakirinê an jî em zimanê pandemîyê bêjin bi ‘betlaneya bimûçeyî/bêmûçeyî’ ji kar hatin dûrxistin.

Aniha jî ‘betalkirina peymannameyê’ ve ji 50 kesî zêdetir xebatkar wê bêkar bimînin.

Divê ewqas ne hêsan be. 50 kesî zêdetir jîyan ji ber ‘BIRYARA’ Arti’yê ve wê kambax be.

Sedem wê bibe ‘biçûkbûn’ , ‘bêperetî’ , ‘pandemî’ û hwd.

Gelo dikarin mînakekî jî ji me re bêjin ku em jî ji wan bawer bikin?

Em bang li rêveberîya Arti’yê dikin ku dev ji wan helwestên xwe yên dijminatîya karkeran û dijminatîya sendîkayê berde.

Em bang li bernamekarên Arti TV’yê, nivîskar, rojnamevan, rewşenbîr, şopîner, xwînerên Arti Gerçek’ê û bang li raya giştî dikin ku li hember vê kedxwarîya girseyî piştgirîyê bidin me.

DİSK Basın-İş'ten tweetler

DİSK Basın-İş ONLİNE ATÖLYE 📢 Gazeteci Yıldız Yazıcıoğlu ve Halk Sağlığı Uzmanı Dr. Nuriye Ortaylı ile pandemide sağlık habercil… https://t.co/3AkhViedhc
About 23 hours ago
DİSK Basın-İş Artı TV yönetiminden istifa ettiğini duyuran gazeteci arkadaşımız Ragıp Duran'ın sendikamızı doğrudan suçlayan, asl… https://t.co/CZuSgmnqdf
Perşembe, 15 April 2021 12:33
DİSK Basın-İş 🔻Kod 29 gerçeklerini gizlemeyin, bu zulme son verin! SGK işten çıkarmaların ayrıntılarına ilişkin DİSK'in bilgi t… https://t.co/7ur76Ec3qE
Perşembe, 15 April 2021 11:21