Sidebar

06
Sal, Ara

Herkû diçe Tirkîyê bi ber rewşek tarîve tê keşandin. Li hemberî hemû tiştî çikas rojnamevan jibo tariyê ronî bikin tişta ji destê wa tê dikin lê qedexeyê nû (zagon) derdikevin pêşiya wa.

Desthilat a AKP pêşî binyatî ya xwediyêtiya çapemeniyê guhard. Piştê kese ku dixwast di bicîh kir.

Rojnamegere ku serî ne tewandin bi birçîbûnêre rû bi rû hatin hiştin û bê kar man. Lê serneketin.

Rojnameger wekî 'terorîst' hatin pênasekirin, xistin girtîgeha, bi hezara doz li wa hatin vekirin. Lê serneketin.


Gelek saziyê çapemeniyê e bi gelek zahmeta hatin damezrandinê bi rêya KHK'ya hatin girtin. Lê serneketin.

Di civînê çapemenîye de çend pirs xistin destê hinek rojnamevana û tenê bersiv dana wa pirsa. Kesê ku pirsê ew naxazim wê pirs bikin tevlî civîna nekirin. Lê serneketin.

Peşniyazname ye ku parlementere pirsê xwe nivîsandî bê bersiv hiştin û 'mafê agahî destxistin' asteng kirin. Lê serneketin.

Naha jî li pey qedexeye (zagon) nû na. Ev qedexeyêk (zagon) wisa ya kî; kesek bêje "Ye ku pere xwe razene Dolar wê bişewite" û rojnamevan ve bike nûçe wê ji "Nûçeye derew" lê ceza were birîn.

Qedexeyên wisa ya ku rojêkî ku serokkomar e ji "Gel tahrîk" kirî ceza lê hatî birî bixwaze bibe rojnamevan wê ne mimkun bê kî serokatiya ragihandinê qarte firûze bigire.

Ev tişt ne rastin tenê tiştê ku em dixwazin îroj bal bikişîne ne. Lê wê rojek were, dewran çarq bike û ev qedexe we bikevin destê hinekê dî. Wekî ku berê me dîtî mexrûr di demek lez de dikarin bibin maxdûr.

Hûn serneketin û hûnê sernekevin. Av diherike û derza xwe dibine.